H’emû nûçeSereke

Par bazirganîya Ermenîstanêye der gihîşte 20 mîlyard  723,2 mîlyon dolarî

Sala 2023 a tucaretîya Ermenîstanêye bazirganîyêye der gihîşte 20 mîlyard  723,2 mîlyon dolarî û li gorî sala borî bi  46 selefî zêde bûye.

Li gorî “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda komîtêya  statîstîkîyê elam kirîye.

Kanûna pêşinda, ew  sala 2022 a bi 72 selefî bilind  bûye û ji mijdara sala 2023 a jî bi 17,7  selefî zêde bûye.

Li gorî sala 2022 a deranîn bi 55,3 selefî zêde bû û gihîşte 8,415 mîlyard dolarî.Meha kanûnê de nîşaneya heman meha sala borî bi 2,4  cara derbaz bû û li gorî mijdara  sala 2023 a bi 27 selefî zêde bû.

Sala 2023 a  anîna eşîyaye li Ermenîstanê  gihîştîye 12,308 mîlyard dolarî û li gor sala borî bi 40,2  selefî zêde bûye.Li gorî kanûna  sala 2022 a  bi 33,2 selefî  zêde bûye, lê mijdara sala  2023 a da jî  9,2 selef  bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button