H’emû nûçeSereke
Adirbêcanê Êrêbûnî, destpêka paytexta me, wek “keleha tirkan ya kevin” raber kirîye: Voskanyan

Îranzan Vardan Voskanyan li ser kanala xwe ya Telegramê wêneyek weşand û wiha nivîsîye: “Ev yek di sala 2006 a ji alîyê rêveberîya barbar ya Bakûyê ve hat kirin. Tenê wêneyeke ji pirtûka çapkirî ya bi navê “Heykelên Adirbêcana Rojava” yê ku tê de destpêka paytexta me Êrêbûnî wek “keleha kevin ya tirkan” hatîye raberkirin.
Rûyê dijmin yê rast ev e, li ser axa Ermenîstanê jî ji bo Adirbêcanê bi awayekî sûnî lêgîtîmîya dîrokî çê bikin û bi vî awayî êrîşeke din ya barbaran li dijî me amade bikin”.







