Artêşeke bi hêz, pêwandîyên der û lêgîtîmî: serokwezîr derbarê amûrên ewlehîyêda

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bernameya “Atmosifêra ewlehîyê”, ya radyoya Civakî da, gotîye ku çareserkirina ewlehîya welêt û dewletê mijara karê rojane ya her hukumet û serokê hukumatêye.
Serokwezîr got, ku ji ber rewşa navneteweyî ya dema me, ev mijar ji bo gelek welatan di praktîkayêda lezgîne û destnîşan kir ku amûra yekem ya çareserkirina ewlehîyê xurtkirina artêşê ye.
“Rêform, hêzkirina artêşê, xwedî artêşeke şerkare, ya ku bikaribe pirsgirêkan çareser bike. Amûra duyemîn, ya çareserkirina pêwandîyên dere. Ez difikirim ku di van herdu pirsada tiştekî nû tune. Ez girîng dibînim ku lêgîtîmî vêda zêde bibe, ji ber ku him di pêwandîyên derda û hîm jî di çarçoveya avakirina artêşêda, ji bo dîtina navneteweyî armancên lêgîtîm hebin. Ne tenê û ne awqas ji alîyê navxweyîda, lê belê ji alîyê navneteweyîda”,-Paşînyan gotîye.
“Eger di navbera firaseta me ya navxweyî û têgihîştina derda nelihevî hebe, li vir xetereya ewlehîyê çêdibe. Ji bo ku ev yek bê çareserkirinê ev valahî gerekê girtinê”.
“Ez sînorên Komara Ermenîstanêda, yên ku di qada navneteweyîda hatine naskirinê, lêgîtîmîyê dibînim û li ser vê bingehê dixwazim pêwandîya bi herdu têgehên berêra şîrove bikim. Mafê lêgîtîmîya her welatekîye ku artêşa wîye bihêz û jêhatî hebe, lê pêwîste ku ev pirs bê gotûbêjkirinê, ji ber ku eger artêşeke we ya bihêz û jêhatî hebe, ji bo bidestxistina armancên lêgîtîm kes nikare bêje çima hûn artêşa xwe bihêz dikin. Eger hûn armancekê bidin ber çavê xwe ku lêgîtîmîya wê di qada navneteweyîda dikeve bin şikberîyê, gelek pirsgirêk derdikevine holê”.
“Ji bo parastina yekparçeyîya ax, serwerî û serxwebûna welatê xwe divê em artêşa xwe xurt bikin, ji bo şêr amade bikin, kes nikare ji me re bêje çima hûn vê yekê dikin. Û eger em pirsgirêka xurtkirina artêşê bi vî awayî formûle bikin, ji bo vegerandina heqîtîya dîrokî em wê xurt bikin, wî çaxî pirseke pir zelal derdikeve holê: çima yên din bihêlin ku ew artêş hêztir bibe, pirseke dîrokî çareser bike, derê dijî wan?”.
Serokwezîr gotîye: “Ez dibêjim nabe em peyamên wiha ji cîhanêra bişînin, lê ez naxwazim ev axaftin di navbera me û cîhanêda be, ez dixwazim ev axaftin di navbera me û meda be”.







