
Endamê kongrêsa Amêrîkayê Kirîs Simît ji K24ê re ragihand, divê Amêrîka sizayên aborî yên tund li ser Îranê bisepîne, ji ber ku Têhran her pereyên ku werdigire di warî leşkerî û biçekkirina grûpan de bikar tîne.
Kirîs Simît got: “Peywendîyên me bi Herêma Kurdistanê re gelek baş in û pêwîst e em wan peywendîyan bihêztir bikin.”
Herwiha got: “Divê em di zûtirîn dem de sîstêmeke berevanîyê ya bihêz radestî Herêma Kurdistanê bikin”. Herwiha tekezî li ser pêşxistina peywendîyên navbera Amêrîkayê û Herêma Kurdistanê kir.
Kirîs Simît di wê bawerîyê de ye ku pêwîst e hêza kurdan ya parastina xwe bi pêş bikeve û got ku divê di zûtirîn dem de sîstêma dijî mûşekan li Herêma Kurdistanê bê bicîhkirin.
Endamê kongrêsa Amêrîkayê amaje bi wê jî kir, “Di êrîşa li ser hêzên Amêrîkayên li Urdinê de, 3 leşkerên amêrîkî hatin kuştin û 40 leşkerên din jî birîndar bûn”.
Kirîs Simît got: “Divê em sizayên darayî yên giran li ser Îranê bisepînin û nehêlin ew pêtrolê bifroşe Çînê, Îran her çi pere bikeve destê wê, di nav warê leşkerî û biçekkirina grûpan de bikar tîne”.







