SerekeSîyasî

Amêrîka:dostînîya me bi Herêma Kurdistanê re warên bazirganî û çandî jî vedigire

Wezîreta derve ya Amêrîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn li ser tora civakî ya X ê radigehîne: “Birêveberê karûbarên Îraqê li wezîreta derve ya Amêrîkayê Stêvê Bîtnêr bi wezîrê weguhastin û gehandinê yê hukumeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher re civîya û danûstandin li ser dostînîya Waşîngton û Hewlêrê kirin”.

Di peyama wezîreta derve ya Amêrîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn de hatîye: “Dostînîya me bi Herêma Kurdistanê re warên bazirganî û çandî jî vedigire, îro birêveberê karûbarên Îraqê li wezîreta derve ya Amêrîkayê Stêvê Bîtnêr bi wezîrê veguhastin û gehandinê yê hukumeta Herêma Kuridstanê re danûstandin li ser van waran û çend warên dî jî kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button