AborîH’emû nûçeSereke
Ji bo derxistina zêr ji Ermenîstanê wê bacê dewletê hebe
Li Ermenîstanê tê plankirin ku ji bo ji welêt derxistina zêr, platîn û paladyûmê baceke dewletê bê danîn.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezîrê aborîyê Vahan Kêrobyan wextê civîna parlamêntê derbarê wê yekêda gotîye.
Wezîr anî ziman ku li gorî qanûna dewletê bihayekî kifşkirî heye, wek mînak ji bo 1 kg zêr bi qasî 200 hezar drame û ew ji sedî selefeke.
“Di demên dawîda, ev bazirganî zêdebûnek girîng tomar kiriye û pêwîst e di zûtirîn demêda çareserî bê kirin”,- Kêrobyan gotîye.