SerekeSîyasî

Rewşa Rojhilata Navîn gav bi gav ji kontrolê derdikeve: analîst li ser geşedanên dawî

Di van rojên dawî de, hem ji alîyê ewlekarî û hem jî ji alîyê gêopolîtîk ve, li Rojhilata Navîn guhertinên girîng diqewimin, ji ber vê yekê jî zêdebûna ku li tevahîya herêmê heye, hertim pêlên nû yên tansîyonê tomar dike, ku bi piranî dihat pêşbînîkirin, ji ber ku Rojhilata Navîn pevçûn dibe sedema guhertina gêopolîtîka herêmê.

Pisporê eereb, analîst Armen Petrosyan di axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê re ev nêrîna xwe anî ziman û behsa geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn kir.

 “Niha em dibînin ku aktorên cûre-cûre çawa hewl didin ji rewşê sûd werbigirin da ku pozîsyonên xwe xurt bikin yan jî pêvajoyên giştî di bin kontrolê de bihêlin. Pir girîng e ku faktora herî girîng ya pêvajoyan hewldana aktorên beşdar e ji bo domandina tansîyona giştî di çarçoveya kontrolkirinê de. Berîya her tiştî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Îran, Erebistana Saûdî û heta radeyekê jî Tirkîyayê û Qeterê tîne ziman. Bi têra xwe îhtîmaleke mezin ya bêpêşbînîbûna geşepêdana bûyerên li herêmê heye, ku di serî de ji ber xwezaya Rojhilata Navîn e, ango hebûna lîstikvanên nefermî yên li vir bi tevahî nayên birêvebirin”,- Pêtrosyan got.

Berîya her tiştî ew rêxistin, komên leşkerî-sîyasî yên ku xwedî potansîyelek dîyar in, bandorê li pêvajoyên herêmî dikin, hewl didin ku bandora xwe zêde bikin, lê di heman demê de, mîna hin hêzên sûpêr, bandora wan ya aktorek girîng tune. Wek mînak HAMAS li Felestînê, “Ensar Allah” li Yêmînê, Hizbollah li Libnanê.

“Di bin van şert û mercan de, rewş bi tevahî nayê kontrolkirin, her çend aktorên fermî hewl bidin ku wê di hawîrdorek kontrolê de bihêlin. Sedema vê yekê ye ku em dîyardeyên nû yên mezinbûnê dibînin, ku beşdarên sereke jî pêkhateyên navborî ne. Wek mînak, çekdarên “Ensar Allah” berdewam in li ser bombebarankirina keştîyên şer yên hevpeymanîya navdewletî ya bi serokatîya Amêrîkayê li deryaya Sor û Adênê, komên cuda li nav axa Sûrîyayê û Îraqê di van demên dawî de  baregehên leşkerî yên parêzgehên yekgirtî dikin arman. Rewş ji rêya kontrolkirinê derdikeve û aktorên fermî jî hewl didin wê vegerînin ser rêya kontrolkirinê”.

Li gorî şirovekar, Amêrîka weke aktorekî cidî yê gêopolîtîkî li Rojhilata Navîn, nikarîbû guh nede hedefgirtina vê dawîyê û bi taybetî êrîşa ku li bakûrê Urdinê li nêzîkî sînorê Sûrîyayê pêk hat û bû sedema qurbanîyan. Di heman demê de Waşîngtonê nikarîbû bersiveke wisa bide ku nehukumet li herêmê hîn zêdetir bibe. Yanî raste-rast hedefgirtina Îranê ye.

Li ser banga rayedarên Îraqê ku li gorî wan daxwaza derketina hêzên çekdar yên hevpeymanîya navdewletî ji nav axa Îraqê dikin, şirovekar tekez kir, ku niha dibe ku ev proseyek pir zehmet e ku bê cî bi cîkirin, ji ber ku pêşhatên kûr diqewimin. li Rojhilata Navîn, û pevçûnên Îran-Amêrîka, Îran-Rojava, Îsrayêl-Îran dewam dikin. Bi tenê, helwesta Îraqê tenê di wê wateyê de tê fêmkirin ku xaka wê dewletê û Sûrîyayê veguherîye şanoya nakokîyên herêmî yan jî gêopolîtîk, ku raste-rast bandorê li serwerîya van dewletan dike.

“Bêguman vekişîna hêzên hevpeyman dê alozîyê li Îraqê kêm bike û komên leşkerî-sîyasî yên nefermî dê amêrîkîyan li alîyên din yên derveyî Îraqê bikin armanc, lê ev yek di vê demê de pêk nayê, ji ber ku meyla Amêrîka ji bo berfirehkirina hebûna xwe.

Heger li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî guhertin çênebe û rêveberîya nû vekişîna yekîneyên xwe yên leşkerî ragihîne, weke ku di serdema Donald Tramp de pêk hat, bandor zêdetir rêalîst e”,- Pêtrosyan got.

Li gorî wî, rewşa Sûrîyayê cuda ye ji ber ku berevajî Îraqê, ku serkirdayetîya wê ji alîyê civaka navdewletî ve tê naskirin, pêwendîyên Şamê fermî li gel Rojavayê, Tirkîyayê û hejmarek ji welatên erebî hema hema di asta sifir de ne. Derfetên dîyalogê hindik in, lewra hukumeta Sûrîyayê nikare bangeke bi vî rengî bike ku hêzên çekdar yên navdewletî ji xaka xwe vekişîne. Bi giştî, alozîya Sûrîyayê bi tevahî nehatye çareserkirin, li wir gelek pirsgirêk hene ku dikarin di bin her şert û mercî de jinûve aktîv bibin, û herêmê bikişîne nav bagerek ji alozîyên nû.

 “Herwiha girîngiya xaka Sûrîyayê bi taybetî ji bo Îranê ji alîyê gêopolîtîkî û ewlehîyê ve, bi berçavgirtina nêzîkbûna Îsrayêlê zêdetir e. Pêşbazîya hêzên sûpêr û cudahîya naverokê rê nade ku rewşa niha ya Sûrîyayê bi heman prîzma Îraqê bê analîzkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button