H’emû nûçeSereke
Alîkarîya hûmanîtarî ji Ermenîstanê gihîştîye Ûkraînayê

Merkeza Ûkraînayêye doxtirîya leşkerî ji merkeza yekîtîya ermenîyên Ûkraînayê alîkarîya hûmanîtarî stendîye, ya ku ji alîyê hukumata Ermenîstanêda hatibû dayînê.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda ji baylozxana Ermenîstanêye li Ûkraînayê elam kirine û dane dîyarkirinê,wekî bi tomerî hildayî nêzîkî 10 tonna dû-derman çawa alîkarî dane Ûkraînayê.
Hatîye ragîhandinê,wekî berî wê jî alîkarîya wî cûreyî şandibûne xestexwena leşkerîye li Dnêpropêtrovskê, lê ya mayîn wê bişînine xestexweneke Xarkovê.







