Çekên nû yên nifşa 4 a û 5 a li Ermenîstanê tên çêkirinê:parlamêntvan

Di warê pêşesazîya leşkerî da guhertinên me yên nû hene, îro çekên meye usa hene ku li Ermenîstanê tên çêkirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê “Peymana Sîvîl” Armên Xaçatryan wextê hevpeyvîna tevî radyoya “Azayê” gotîye.
“Dibe ku ev çek çekên nifşên 4 a û 5 a bin û welatên pêşketî jî hene ku van çekan jî çê nakin. Eger em vê têmpê bidomînin, emê nav 1-2 salada em bibin xwedî destanînên teknolojîyên bilind. Hilbet Ermenîstan welatekî biçûk e, nikare her tiştî çê bike, em mêldarê çêkirina çekên zemanê nihane, yên ku gelek pirsgirêka çareser dikin û ew têknîka leşkerî bi karanîna teknolojîyên bilind tê çêkirinê. Hilbet ne girînge ku meriv van hemûyan ji bo demeke dirêj veşêre, lê niha ya rast ew e ku meriv pir kar bike û kêm biaxive”,-emî gotîye.
Parlamêntvan destnîşan kirîye ku ji bo çêkirina dronan jî plan hene û ew yek pêvajoya mîyaserkirinêdane.
“Adirbêcan û Tirkîya xwe sîlih dikin û vî hemû tiştî hesab hiltînin. Nava çend salada emê bibin xwedî artêşeke bi hêz û modêrn û di salên pêşya meda jî çekên Ermenîstanê wê li sûkên navneteweyî bi awayekî baş bên naskirinê”,-ewî gotîye.







