H’emû nûçeSereke

Dewekarîya Bekûêye hîmlî “Korîdora Zangêzûrê” ye, lê em dibêjin na: Mêlkonyan

Dewekarîya Adirbêcanêye hîmlî “Korîdora Zangêzûrê”ye û wê yekê usa jî Rûsîya dixweze ku li wir leşkerên rûsaye sînorxweykir kontrol bikin. Derheqa wê yekêda Gagîk Mêlkonyanê parlamêntvan gotîye news.am ê.

“Li vir usa jî Tirkîya wê yekê dixweze, tenê Îran dibêje, wekî ew korîdora bona me xeta sore. Em gerekê fem bikin ku ew korîdor wê çi bihabe. Dema ku em dibêjin “Xaçerêya aşîtîyê”, em qayîlin wekî rê bêne vekirinê, lê ew rê gerekê bin kontrola medabin.Em nabêjin,wekî rê wê neyêne vekirinê, lê ew jî dibêjin gerekê bin kontrola weda nîbin.

Dema ku Êrdogan nehatibû hilbijartinê, ewî li Nexçêvanê got,wekî rê mera nelazime,emê  Îranêra derbazibn û ermenî wê poşmanbin.Piştî hilbijartina ew dîsa dibêjin ku “Korîdora Zangêzûrê” bona wan pêwîste, lê em jî dibêjin na”,- Mêlkonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button