H’emû nûçeSereke

Ji bo îmîca dewleteke “çareserkar” ya li herêmê şer pêwîst e: Adirbêcan dixwaze çi bi dest bixe?

Ji bilî planên eşkere, provakasyona Adirbêcanê ya li Nêrkîn Handê jî xwedî mebestên nexuya ye. Şirovekaran çend hedefên ku dikarin şerekî nû li herêma me derxînin destnîşan kirin.

Demek dirêj e, sazîyên ramanê yên cuda tekezî li ser îhtîmala şerekî nû dikin. “Radyolûr” hewl da ku bizanibe provokasyona Adirbêcanê ya li Nêrkîn Handê dikare bibe sedema çi geşedanan û divê Ermenîstan çi gavên pêwîst bavêje.

Wezîreta karên der ya Ermenîstanê provokasyona Ardibêcanê ya li Nêrkîn Handê, ya  herêma Syûnîkê wekî “hinceta zêdekirina sînor” bi nav dike. Banga ji nû ve destpêkirina hevraxeberdana ji bo asayîkirina têkilîyên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de û pêkanîna tedbîrên pêbawer ji bo zêdekirina ewlehîya sînor

Ombûdsmanê berê yê Ermenîstanê Arman Tatoyan balê dikişîne ser wê yekê ku leşkerên ermenî yên kuştî û birîndar ji alîyê çeperên Adirbêcanê yên di nava axa Ermenîstanê de, yanî ji cîhên ku êrîşî axa me kirine, hatine lêdan. Di meha çile de, serokê Adirbêcanê veneşart ku çima hewcedarîya wî bi herêmên dagirkirî yên Ermenistanê heye.

Pisporê hiqûqa navneteweyî Artaşês Xalatyan di wê bawerîyê de ye ku ev hemû ji bo kiryarên zelal bingehê Ermenîstanê dide.

“Divê li dadgeha cezayê ya navneteweyî doz li dijî Elîyêv û rêveberîya wî ya sûc bê destpêkirin. Pêdivî ye ku ew gavek be ku bê avêtîn, ku hewcedar dikare vê pêwendîyê bigire. Her manêvrayek dîplomatîk nayê qebûlkirin. Eşkere ye ku ne serlêdana dadgeha cezayê ya navdewletî wekî derfetek ji bo domandina danûstandinan, wekî “hanîkap” ya ku Adirbêcanê dike armanc, ji xwe ji mêj ve ye, bi bawerîya min, ji ber ku Adirbêcan milimetrek jî ji tevgera xwe ya êrîşkar paşve naçe”.

Bakû înkar nake ku nivîskarê provokasyona bi xwîn e. Ji daxuyanîya sêrvîsa parastina sînor ya Adirbêcanê jî dîyar dibe ku navê vê provokasyonê jî kirine “Tol”. Berîya van opêrasyonan di mêdyaya Adirbêcanê de agahîyên şaş yên derbarê gulebaran û propagandaya aktîv de hatin kirin.

Nûnerên partiya desthilatdar yên Ermenîstanê ji bo nirxandina kiryarên Adirbecanê lez nakin. Armen Xaçatryan Alîkarê Serokê komîteya parastin û ewlekariya Neteweyî di wê baweriyê de ye ku Adirbecan dê her tim serî li provokasyonan bide û ji bo dûrxistina wan di warê siyasî, dîplomasî û leşkerî de gelek tedbîr pêwîst in.

“Pirsgirêk ev e ku dozên wiha zêde nabin û zû bi dawî dibin. Ev provokasyonek bû, ez difikirim ku dê li wezîreta parastinê lêpirsîneke fermî bê kirin ka ev provokasyon çawa derketîye û sedema van kiryaran çi ye. Ev dê paşê zelal bibe. Di van 30 salên dawî de we dît ku Adirbêcan provokasyonan nake? Bê guman, ew ê wê bike. Heger destkeftîyên sîyasî hebin  peymana aştîyê yan jî lihevkirinek li ser hevdu nelirêtîyê wê provakasyonên bi vî rengî kêm bibin û divê bên kêmkirin. Lê çi dibe bila bibe divê hêzên me yên çekdar her tim ji her provokasyon û êrîşan re amade bin”.

Demeke dirêj e ku sazîyên raman û analîstên cîhê îhtîmala şerekî nû dinirxînin. Hin şert û mercan dibînin. Hîpotêza herî berbelav ew e ku Moskva di berdêla hebûna hêzên leşkerî yên Rûsyayê li Arsaxê de soz daye Bakûyê ku jê re tê gotin “Korîdora Zengîzûrê”. Li hemberî vê yekê, daxuyanîya balyozê Rûsyayê yê li Adirbêcanê berîya bûyerên Nêrkîn Handê, ku gotibû Ermenîstan danûstandinên li ser korîdora ku ber bi Naxîçevanê ve diçe, dereng dixe, balkêş e.

Artaşês Xalatyan di wê bawerîyê de ye ku bi bûyerên Nêrkîn Handê re şer derdixin pêş. “Min pêşbînî kiribû ku îsal bi îhtîmaleke mezin dê şerekî me yê mezin hebe, lê ez nikarim pêşbînî bikim ka dê niha yan di nava salê de bibe. Di hemû rewşan de, bûyer rê li ber wê mezinbûnê vedike, bi armanca çêkirina korîdoreke dervayî axa Ermenîstanê. Em dikarin ji alîyê xizmetkirina berjewendiyên rûsî-tirkî ve lê binhêrin, ya duyemîn jî, Adirbêcan di pergala nû ya cîhanê de pirsgirêka

Sîyasetmedarê mûxalefetê Andrîas Xûkasyan îdîa dike ku Adirbêcan aştîyê naxwaze, û axaftina rojeva aştîyê bi piranî li hundurê Ermenîstanê ji bo tepeserkirina bernameyên berxwedanê û tawanbarkirina rexnegiran bi gurkirina şer tê bikar anîn.

“Îro ji bo aşitîyê Ermenîstan di warê berevanîyê de hewlên mezin bide. Heta ku ji Adirbêcanê re eşkere nebe ku avantaja wê ya leşkerî bêbandor bibe, em ê di vê rewşa nezelal de bin, dema ku serokê welatê me behsa rojeva aştîyê bike, serokê Adirbêcanê behsa êrîşa li ser Ermenîstanê bike û leşkerên me bibin qurbanîyên wê siyasetê.

Li gor Tîgran Abrahamyan, sêkrêtarê frakîsyona “Qedirê min heye” ji opozîsyona parlamanî, demê nîşan daye ku tekane rêya ji bo rêgirtina li Adirbaycanê ew e ku derbeyek têrker û di hin rewşan de jî neguncav û bêhevseng bide, ji bo êrîşkarîya nû.

Di nava Ermenîstanê de jî hêvîyên wê hene ku civaka navneteweyî nirxandineke tûnd û maqûl bide vê rewşê û ev jî jixwe bi şîyanên xebatên dîplomatîk yên Ermenîstanê ve girêdayî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button