Jozêp Borêl derheqa agrêsîya Adirbêcanêda xeberdaye

Wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên sîyaseta der û ewlehkarîyê, Jozêp Borêl derheqa agrêsîya Adirbêcanêda, ya dijî Ermenîstanê xeberdaye, rûyê kîjanêda alîyê ermenî çar qulixçîyên leşkerî unda kirine.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî Borêl derheqa elametîya wezîreta Adirbêcanêye parastinêda, ya 12 ê sibatê bîr anîye, bi kîjanê hatibû gotinê, ku giva rûyê agirkirina ermenîyada leşkerekî azêrî birîndar bûye û Adirbêcanê jî 13 ê sibatê bersiva wî cûreyî daye. Bi gotina Borêl, bersiva Adirbêcanê ne anegorî wê yekê bû.
“Ev yek careke mayîn dide kifşê,wekî di navbera hêzên herdu alîyada pêwîstîya dûrayê heye. Wedekî dirêje ku Yekîtîya Avropayê dewa wê yekê dike.Ez careke mayîn derheqa aşîtîya qewîn, naskirina serbixwetîyê û sînorada îzbat dikim”,-Borêl gotîye.







