H’emû nûçeSereke
Vahan Kêrobyan derheqa dûrketina ji qulixa wezîrê êkonomîkayê elam kirîye

Wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan derheqa dûrketina ji qulixa xwe elam kirîye.Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Kêrobyan derheqa wê yekêda rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye.
Nivîsara xweda ew berbirî binelîyên Ermenîstanê bûye û daye dîyarkirinê,wekî ew ji sê sala zêdetir wê qulixêda bi xwepêşkêşkirinê û hizkirina hindava her welatîkî Ermenîstanê xebitîye. Ewî bi hûrgilî derheqa pêşkeftinên nava êkonomîkayêda daye dîyarkirinê.
Dawîyê ewî razalixî elamî serokwezîrê welêt kirîye, ku mecal dabû wî wê qulixêda bixebite.







