H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan îzbat kirîye wekî ewê beşdarî civîna ewlin, ya pêşkêşî ênêrgêtîka atomî bibe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îzbat kirîye,wekî ewê li Bryûsêlê beşdarî civîna pêşkêşî ênêrgêtîka atomî bibe.
Wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda baylozê Bêlcîkayêyî li Ermenîstanê Êrîk dê Mûynk gotîye.
“21 ê adarê li Bryûsêlê wê civîna pêşkêşî ênêrgêtîka atomî pêk bê û Nîkol Paşînyanê serokwezîr îzbat kirîe,wekî ewê beşdarî civînêbe.Ewê wî çaxî li Bryûsêlêbe, li kîderê mecalê hebe rastî wekîlên desthilatdarîya Bêlcîkayê bê”,- bayloz gotîye û derheqa seredanên Ermenîstanê û Bêlcîkayêye dualîda xeberdaye.







