Li mûzêya êrmîtajê quncikekî bajarê Êrêbûnîyê dewleta Ûrartûyan hat vekirin

Di çarçoveya hevkarîya bi Reserve-mûzêya dîrokî û arxêolojîyê ya Êrebûnî ra li beşa Rojhilata Antîk ya mûzêya êrmîtaja dewletê ya Sankt Pêtêrbûrgê balyozê Ermenîstanê yê li Rûsyayê Vaxarşak Harûtyûnyan amade bûye.

Li gorî ragîhandina “Armenprêss” ê, pêşangeha ku ji bo 115 salîya arxêologê navdar, rojhilatnas, birêveberê berê yê êrmîtajê Borîs Pîotrovskî hatîye veqetandin, sê vedîtinên bêhempa yên mûzexaneya dîrokî-arxêolojîkî ya Êrebûnîyê ya Ermenîstanê pêşkêş dike, wê bi qasî salekê ji zîyaretvanan re vekirî be.

Balyozê Harûtyûnyan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya bûyerê û destnîşan kir ku nimûneyên ku hatine pêşkêş kirin fersendek dide dîroka kevnar ya Ermenîstanê ku yek ji bingehên pêşkeftina mirovahî ye. Wî destnîşan kir ku şaristaniya bilind ya dewleta Ûrartû mîrateyek dewlemend hiştîye ku berdewamîya wê çanda bêhempa ya gelê ermenî ye.
“Di serdema têknolojîyên agahdarîyê yên nûjen de, di nav çend hûrdeman de gengaz e ku dîroka gelan ya ku bi xwîn û kedkarên mirovan hatine afirandin, berovajî bike. Ev jî behsa rastîya dîroka kevnar ya Ermenîstanê dike, ku îro hinekên din bi amûrên erzan, xizmeta berjewendiyên welatê xwe dikin, wê biguherînin”.
Bi gotina midûrê giştî yê êrmîtajê Mîxayl Pîotrovskî, gelê ermenî kedeke mezin daye pêşdebirina şaristanîya cîhanê, îspata wê jî nimûneyên ku berê li cîhê kevnare Girê Sor li Yêrêvanê hatine dîtin in.
“Em îro vejandina seferên arxêolojîk yên rûsî-ermenî yên li Girê Sor radigihînin. Demekê li wir xebatên mezin hatin kirin, di encamê de hin tiştên hatin dîtin di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin. Ev bûyer beşeke ji çalakîyên bîranîna Borîs Pîotrovskye” rêveberê giştî yê êrmîtajê daye kifşê.
Balyoz Harûtyûnyan spasîya birêvebirê êrmîtajê kir ku ji bo pêşdabirina diyaloga navçandî ya di navbera Ermenîstan û Rûsyayê de tevkarîya wî ya girîng kir û mêdala wezîreta perwerde û çandê ya Ermentstanê da wî.

Di çarçoveya hevkarîya mûzexaneyê de wê di demeke nêz de li Yêrêvanê goşeya êrmîtajê bê vekirin. Her wiha li ser organîzekirina seferên hevpar yên arxêolojîk bi mûzexaneya Êrebûnî ya dîrokî û arxêolojîyê re jî li hev kirin.







