Sala 2023 a hilbera navxweyî serê her merivekî gihîştîye 8 168 dolarî: sala 2022 a ew 6,661 dolar bû

Li gorî encamên sala 2023 a li Ermenîstanê mezinbûna aborî ya bilind û înflasîyon kêm hat tomarkirin. Ev li raporta li ser proseya pêkanîna û encamên bernameya hukumeta Ermenîstanêye (salên 2021-2026a ) di sala 2023 de tê gotin.
Mezinbûna bilind ya hilbera navxweyî ji ber mezinbûna girîng ya hilberîna kedê, veberhênan, kar û bazirganîya derve bû. Pêşkeftina bilind ya sala 2023 a lezbûneke mezinbûna hilbera navxweyî ya potênsîyal nîşan dide.
Sala 2023 da, hilbera navxweyî bi bihayên heyî 9,502, 778.6 mîlyon bû,li gorî sala borî bi 8,7 selefî zêde bûye.
Sala 2023 a ji ber hilbera navxweyî, serê her kesî 3 mîlyon 205 849 diram bû , ango 8168 dolarê Amêrîkayê, ku li gor sala borî bi 22,6 selefî zêde bûye û li gor himberî sala 2017 a jî bi 111,1 selef zêde bûye. Sala 2022 a, hilbera navxweyî serê her kesî bû 2,901,910 diram, ango 6 661 dolar bûye, li gorî sala 2017 a ango 3,869 dolarên amêrîkî bi 72,2 selefî zêde bûye.
Bazirganîya dereve li gorî heman heyama par bi 46 selefî zêde bûye û gihîştîye 20,7 mîlyard dolar. Îthalat bi 40,2 selefî û hinardekirin jî bi 55,3 selef zêde bûye û bû bi 12,3 mîlyard dolar û 8,4 mîlyard dolar.







