
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokatîya şandeke hukumetê dê li koşika Sipî, wezîreta derve û kongrêssê li gel berpirsên payebilind yên Amêrîkayê bicive.
Mijarên sereke yên civînan jî dê zêdetir pêşxistina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amêrîkayê de û dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraqê û navçeyê bin.
Şanda bi serokwerzîr Mesrûr Barzanî re ji wezîrê pêşmerge, berpirsê fermangeha peywendîyên derve û çend berpirsên din pêk tê.







