H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Îraqê sersaxî ji serok Barzanî re xwast

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdan ji ber koça dawî ya Zekîyê Mistefa Barzanî, sersaxî li serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir.
Di peyamê de herwiha hat gotin, Sûdanî hêvî xwest ku Xweda gîyana xwedêjêrazî bi dilovanîya xwe şad bike û sebir û aramîyê bide malbatê.
Xûwîşka serok Barzanî, Zekîya Mistefa Barzanî koça dawîyê kir. Merasîma sersaxîya xwîşka serok Barzanî jî 3 rojan li Pîrmamê didome.
Barageha Barzanî di daxuyanîyekê de ragîhand, merasîma pirsa û sersaxîyê dê 3 rojan li hola merasîman ya baregehê li Pîrmamê bidome.
Her bi vê boneyê hêz û alîyên sîyasî yên navxwe û derve hevxemîya xwe pêşkêşî serok Barzanî kirin û hevxemîya xwe nîşan dan.







