H’emû nûçeSereke
Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa behsa derbarê seredana serokê Ûkraînayêye li Ermenîstanê bersiv daye

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva wê behsê daye, gorî kîjanê belav bûye ku seredana serokê Ûkraînayê Vladîmîr Zêlênskîye li Ermentstanê têra tê dîtinê.
“Ez dikarim bêjim wekî derheqa seredanên nevsên fermîda înformasîyayên anegor nava wedê kifşkirîda tê belavkirinê”,- berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê bersiva pirsa “Armênprêss” ê daye.
Pêşda înformasîya hatibûne belavkirinê,wekî serokê Ûkraînayê Vladîmîr Zêlênskî wê meha adarê bê Yêrêvanê û Bekûyê. Hatibû gotinê,wekî diqewime seredana li Ermenîstanê 4 ê adarê pêk bê.







