H’emû nûçeSereke

Bêlçîka: hunermendekî kurd bi rêya tabloyên xwe navdar dibe

Hunermendê kurd Rehîmo li bajarê Hêrîntî yê Bêlçîkayê bi alîkarîya rêkxistina hêvîyê pêşangeheka hunerî ya tabloyan vekir.

Hunermend Rehîmo ji K24ê re got: “Armanca min ji vî karî ew e ku xweşiktî û azarên gelê kurd bi rêya tabloyên xwe ji bo cîhanê bidim nasandin”.

Rehîmo  sala 1962 a li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê hatîye  dinyayê û ji sala 1991 ê ve li Bêlçîkayê dijî, berhemên wî li gelek welatên avropayî û erebî hatine nîşandan û pêşangeh jê re hatine vekirin.

Wî hunermendê kurd karî di dema borî de bibe xwedîyê xelatê duyem baştirîn hunermendê penaber li Belçîkayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button