H’emû nûçeSereke

Misir di pêwandîyên meye bi dinîya îslamîra  hevkara serekeye: Paşînyan gotîye Sîsî

Misir li  Rojhilata Navîn bi Ermenîstanêra  hevkara serekeye û ez vê derfeta hevdîtinê baş dinirxînim. Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  li Qahîrê, piştî hevdîtina bi serokkomarê Misirê Ebdêl Fatah Sîsîra, di daxuyanîya xwe da usa gotîye.

Ewî daye kifşê: “Peywendîyên pêrîyodîk yên di navbera serokên sîyasî yên welatên me de, hevkarîya pirsêktorî ya ji hev sûdmend in, ne tenê delîlên têkilîyên germ yên di navbera welatên me de ne, di heman demê de şahidîya nêrîneke hevpar ya pêşerojê jî dikin.

Ji ber alozî û pêvajoyên ku li Başûrê û Rojhilata Navîn diqewimin, di hevdîtina bi serokkomar Sîsî re, me li ser mijarên ewlekarî, sîyasî û herêmî û xebatên Ermenîstanê û Misirê yên ji bo pêkanîna aştîyê sekinîn. Min tekezî li ser piştevanîya hevkarên navneteweyî yên ji bo pêkanîna aşîtîyê li Qafqasîya Başûr kir, min pêzanîna bilind ya  Ermenîstanê ji bo helwesta hevseng û avakar ya Misirê di vê mijarê de nîşan da.

Min pêşhatên dawî yên danûstandinên bi Adirbêcanê raberî hevkarê xwe kir û amadehîya hukumeta Ermenîstanê ji bo birêkûpêkkirina peywendîyan li ser bingeha naskirina yekparçeya axa her du welatan û pêkanîna proseya dîyarkirina sînoran li gorî peymana sala 1991 ê  daxuyaniya Alma-Atayê dupat kir. Ji bo îstiqirara Qafqasyaya Başûr û herêmê berfireh, rakirina blokên binesazîyên herêmî jî serekî ye, li ser esasên rêzgirtina ji serwêrî û dadwerîya dewletan û prînsîpên berawirdî û wekhevîyê. Di vî warî de me projeya “Xaçerêya aştîyê” pêşxist û raber kir, ku pêkanîna wê dikare bi temamî rewşa herêmê biguherîne û hevkarîyeke bi sûd ji hev re deyne, Rojhilat bi Rojava ve û Bakûr bi Başûr ve girê bidin.

Ez bi dilxweşî dixwazim bêjim ku îro Ermenîstan û Misir di warên sîyasî, aborî, zanistî, têknolojîya bilind, perwerdeyî, çandî, tûrîzmê û yên din de bi bandor hevkarîyê dikin. Di gelek platformên piralî de jî hevkarîyeke bi bandor pêk hat. Misir jî di têkilî û dîyaloga me ya bi dinîya Îslamê re ji bo me şirîkê pêbawer e.

Ez nikarim nebêjim ku civaka misrî-ermenî di peywendîyên Ermenîstan û Misirê de xwedî roleke taybetî ye, ku bi sedsalan hem di pêşveçûna Misrê de hem jî di xurtkirina peywendîyên di navbera welatên me yên îro de, di vî warî de, divê ez spasîyên xwe yên taybet ji bo xemsarîya ku hemwelatîyên me yên li Misrê dijîn, li ser asta dewletê de hertim keda wan hebûye û berdewam dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button