Rawestgeha paşin Mars: “marszan” wê mehekê li Ermnîstanê perwerdê bikin /wêne/

Bernameya lêkolîna analoga Marsê ya AMADEE-24 forûma fezayê ya Aûstrîyayê îro dest pê dike. Ew bi hevkarîya forûma fezayê ya Ermenîstanê tê pêkanîn. Li îstasyona fezayê ya ku li nêzîkî gundê Armaşê ya navçeya Araratê ye, 6 astronotên analog dê bên îzolekirin û di nav mehekê de ceribandinên zanistî yên plankirî dê bikin. Astronotên analog yên ku gihîştin Ermenîstanê di axaftina xwe ya bi “Radîyolûrê” re dîyar kirin ku dê li îstasyona Armaşê Marsê çi bibe.
Roja li îstasyona fezayê wê bi taştê dest pê bike, paşê jî nîqaşek bê kirin. Bernameya ku dê astronotên analog bişopînin dê her 20 deqeyî çalakîyên wan dîyar bike.

Anîka Mêhlîs, fermandara astronotên analog, di warê tenduristyîa gel de namzeta zanistê ye. Ewê her weha endezyaryîa bîyolojî û têknolojîya hawirdorê xwendîye. Mêhlîs ji sala 2019 a vir ve li forûma fezayê ya Aûstryayê astronoteke analog e. Ew jî beşdarî mîsyona li Îsrayêlê bûye.
“Bernameyeke me heye ku ji me re vedibêje ku em her çaryek demjimêrek çi bikin. Em ê hiþyar bibin, taştê bixwin, di nava rojê de kî çi bike nîqaş bikin. Piranîya rojê em ê EVA, çalakîya li derveyî qereqolê bikin. Du kes dê li derve bixebitin û yên din dê li hundur bimînin. Gelek cêribandinên me bi dirona, robotan re hene, lê ceribandinên bijîşkî, derûnî û gêolojîk jî hene ku ji bo berhevkirina daneyan divê em bikin”.

Karîyêra fezayê ya Sîmonê Pêtêrnostro bi lîsansê di endezyarîya fezayê de li Îtalyayê dest pê kir. Niha bawernameya wê ya doktorayê di warê topografîya endezyarîyê û gêodêzîya fezayê de heye. Niha, li navenda lêkolîn û têknolojîya fezayê ya stasyona fezayê ya avropî, ew alîkarîya baştirkirina kapasîteya barkirinê ya stasîyona fezayê ya navneteweyî dike.
Sîmonê di sala 2014 a da dest bi hewldana xwe kir ku bibe astronotek analog ya forûma fezayê ya Aûstryayê. Di qonaxa hilbijartinê de derbas nebû, lê ji hawîrdora ku rêxistinê çêkiribû gelekî eciband ku biryar da ku bibe dilxwaz. AMADEE-24 mîsyona wê ya yekem e.
Min biryar da ku ez tevlî wan bibim. Ez wek dilxwaz beşdarî mîsyonên din bûm, li Aûstryayê sala 2015 de, li Omanê sala 2019 de, li Îsrayêlê sala 2022 de bi rolên cuda. Sala 2019 a banga vekirî ya din ji bo astronotên analog bû, ji ber vê yekê min biryar da ku dîsa bicêribînim û bibînim ka çi diqewime. Û vê carê wan ez hilbijartim. Sala 2019 de, ez bûm yek ji astronotên ku ji hêla forûma fezayê ya Aûstrîyayê ve hatî hilbijartin.

Li pey taştê û nîqaşan jîyana bi cil û bergên fezayê dê bidome. Du astronotên analog dê cilên fezayê 50 kîlogramê hilgirin, sisê alîkarîya danîna wan bikin, û ya şeşan li panêla kontrolê bixebite.
“Habîtat bi navenda piştevanîya mîsyonê ya li Vîyênayê re têkilîyek heye û ji bilî mirovên li vir, tîmek tevahî dê li wir bixebite û alîkarîya me bike. Bernameya rojê amade dikin, eger ji nişkê ve pirsgirêk derbikevin, bi zanyaran re rêya ragîhandinê ne”.
Dema ku endamên ekîban vegerin jîngehê, ew ê cil û bergên xwe yên fezayê derxin, şîvê bixwin û testan derbas bikin. Ew ê daneyan bigihînin zanyarên ku li navenda Aûstrîyayê dixebitin, ew ê jî bersiva ankêtan bidin û peyamên cihêreng ji navenda piştgirîyê re bişînin. Yekane qonaxa belaş ya astronotên analog sehetên ku ji bo xewê hatine veqetandin in, lê ev jî ne dîyar e. Sîmonê Pêtêrnostro:
“Her tişt girêdayî ye ku rojê çawa derbaz bibe. Heger tiştek eşkere nexebite, cil û berg yan hin cêribandin, hingê hûn dikarin dema êvarê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikar bînin. Tenê ew dem e ku hûn dikarin tiştê ku ne plankirî ye bikin”.
Tîmên li hundur û derveyî Habîtatê divê bi tevahî hevdu fêm bikin. Li gorî Mêhlîs ev jî hevkarîya mirov û têknolojîyê ye. Di dema mîsyona berê de, ev alîyek bala wî bû, lê ew ji girîngîya faktora mirovî, ne ya têknolojîk, şaş ma.
“Ez şaş bûm ku faktora mirovî çiqas girîng e.Heger hûn bi erdê adetî re sohbet bikin, ji her alî ve 10 deqe dereng heye û tiştê ku we heye nivîs e. Em ji bo îfadekirina hestan emojîyan bikar tînin, mîna ku em li ser WhatsAppê dikin, lê heger tenê nivîsa we hebe, gihandina hestan bi rengekî dijwar e”.
Ji bo lêkolîna faktora mirovî, berî mîsyonê, astronotên analog dê “Pirsnameya rêziknameya hestî” tijî bikin û bersiva pirsên vekirî yên di derbarê mîsyona dahata bidin. Ew ê di dema mîsyonê de jî rojnivîskên nepenî tijî bikin.







