H’emû nûçeSereke
Sêkrêtarê giştî yê NATO ê wê 19 ê adarê bi serdan li Ermenîstanê biqeside

Sêkrêtarê giştî yê NATO ê Yêns Stoltênberg wê 19 ê adarê li Ermenîstanê biqeside. Li gorî rapora “Armênprêss”ê, li ser vê yekê dezgeha çapemenîyê ya hevpeymanîyê peyamek belav kirîye.
“19 ê adarê birêz Stoltênbêrg wê bê Yêrêvanê û bi serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan û serokwezîr Nîkol Paşînyan re hevdîtinan pêk bîne”,-peyamêda hatîye gotinê.
Stoltênbêrg nava çarçoveya serdana xweye li herêmê, wê 18 ê adarê here Adirbêcanê, li wir ewê rastî wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov û wezîrê berevanîya Adirbêcanê gênêral Zakîr Hesenov bê.
Hema wê rojê sêkrêtarê giştî yê NATO ê wê here Tibîlîsîyê. Li wir ewê rastî serokkomara Gurcistanê Salomê Zûrabîşvîlîyê û serokwezîr Îraklî Kobaxîzê bê.







