H’emû nûçeSereke
NATO piştgirîyê dide yekparebûna axa Ermenîstanê: Stoltênbêrg

Îstîqirara Qafqasîya Başûr ji bo herêma Yêvroatlantîyê pir girîng e. Sêkrêtarê giştî yê NATO ê Yêns Stoltênbêrg îro li Yêrêvanê bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re civîneke hevpar pêk anîbû.
Li gorî wî, niha şansê Ermenîstanê û Adirbêcanê heye ku bigîhîniê aştîyê. Di vî warî de Stoltênbêrg banga lihevkirinekê kir ku rê li ber çareserî û avakirina aştîyeke demdirêj ji bo gelan veke.







