SerekeSîyasî

Şandeyeke PDK ê dê biçe Bexdayê

Biryar e şandeyeke polîtbûroya Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) Bexdayê zîyaret bike û  naveroka daxuyanîya PDK yê li gel alîyên sîyasê yên Bexdayê gotûbêj bike.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, şandeya PDK ê dê peyama dawî ya xwe ya derbarê bicihkirina xalên destûrê û rêkeftnameya hevpeymanîyê ya birêvebirina dewletê bigihîne alîyên Îraqî.

Eger destûr û rêkeftname neyên bicihkirin PDK rijd e ji pêvajoya sîyasî ya Îraqê vekişe.

Polîtbûroya PDK ê doh bi serperiştîya serok Mesûd Barzanî civîyabû û piştî civînê di daxuyaniyekê de gotibû:

“Em di çarçoveya mîsîyona xwe ya dîrokî û berjewendîyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin”.

“Em ji birêz Barzanî dixwazin ku ji wê biryarê vegere”.

Li alîyê din serokê hevpeymanîya serwerê Xemîs Xencer behsa vekişîna PDK ê ya ji pêvajîya sîyasî ya Îraqê kir û got:

“Amajekirina vekişîna ji pêvajoya sîyasî, hemû paşeroja welat dixe metirsiyê”.

Herwiha serokê îevgera Hîkmê Emar Hekîm jî li ser hesabê xwe yê X ê derbarê daxuyan ya PDK ê peyamek belav kir.

Emar Hekîm got:

“Em ji serkirdayetîya wê partîya niştimanî û dêrîn dixwazin ku pêdaçûnê di vê biryara xwe de bike.

Çavê me li birayê me yê birêz Mesûd Barzanî ye, ji wê biryarê vegere û li ser rêziknameya dêmokrasîyê ku em bi hevre em tê re derbas dibin berdewam bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button