H’emû nûçeSereke

Tenê deh selefê sîlihên ku Ermenîstanê kirîne ji Rûsîyayêne:Îskandaryan

Tenê deh selefê sîlihên ku Ermenîstanê kirîne ji Rûsîyayêne, nenihêrî wê  yekê wekî berê sîlihên ji Rûsîyayê kirî dighîştin 50 selefî.Derheqa wê yekêda Alêksandr Îskandaryanê sîyasîzan gotîye.

Bi qîmetkirina wî, Ermenîstan ji Rûsîyayê dûr dikeve û nava wê yekêda usa jî nava pirsa ewlehkarîyêda.

Ew difikire,wekî Rûsîyayê statûsa xweye çawa garanta ewlehkarîyê unda kirîye û rola wêye gêopolîtîkî li herêmê kêm dibe.

“Nava pirsa ewlehkarîyêda tu tiştê Rûsîyayê tune ku pêşnîyarî Adirbêcanê û Ermenîstanê bike.Nava encamê wê yekêda Ermenîstan ji sînorên Sovyêta berê der ewlehkarîyê digere”,- Îskandaryan gotîye.

Bi gotina wî,Adirbêcanê ew yek da xebatê, wekî Rûsîya li Ûkraînayê mijûl bû û pirsgirêka Qerebaxê hel kir, bi mîyaserkirina paqijkirinên êtnîkî.

“Bi destpêkirina şerê li Gurcistanê, Rûsîyayê da kifşê,wekî amadeye sînorên Sovyêta berê careke mayîn lê binihêre.Êtapa duemîn Qirîm bû. Cînarên Rûsîyayê texmîn dikin wekî bona yekîtîya axa wan qezîya heye”,-pispor gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button