Li Bryûsêlê hevdîtina Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl pêk hatîye /vîdyo/

Nava çarçoveya civîna ênêrgîya atomîda hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr tevî serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl pêk hatîye.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatine gotûbêjkirinê.Fikir dora pêvajoya aşîtîya Ermenîstanê û Adirbêcanê hatine pevguhartinê û pevketinên wextê hevdîtinên 14 ê gulana sala 2023 a û 15 ê tîrmehê girîng hatine hesabkirinê.Li gorî wan pevketina, Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayêye sala 1991 ê yekîtîya axa hevdu nas dikin û dîyarkirina sînora wê li ser hîmê wê dêklarasîyayê bê mîyaserkirinê,vekirina rêyên herêmî wê bi prînsîpên serbixwetîyê û wekehevtîyê bê kirinê.
Serokwezîrê Ermenîstanê careke mayîn derheqa aminaya hukumata Ermenîstanêda, ya hindava wan pevektinada daye îzbatkirinê û projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye.







