Lîsteya welatên herî bextewar yên cîhanê hat weşandin: Ermenîstan rêza 82 de ye

Di derbarê bextewarîya sala 2024 de di rapora cîhanê de, Ermenîstan di nav welatên herî bextewar de di rêza 82 de cîh girt.
Ankêt ji alîyê şîrketa Gallup ve hatine kirin. Lêkolîn li ser şeş faktorên sereke têne çêkirin: Berhema navxweyî ser kesek, piştgirîya civakî, tenduristî, azadî, comerdî û asta gêndêlîyê. Lê belê, rêzkirin ne li gorî yek ji van nîşanan li welatek dîyarkirî ye, lê bêtir li ser nirxandinên kesane yên li ser jîyana xwe ye.
Fînlandîya ev çend sal in weke welatê herî bextewar yê cîhanê tê naskirin. Sê rêz, mîna sala borî, ji welatên Avropa Bakûr pêk tê: Danîmarkîya di rêza duyemîn de ye, Îslandîya jî di rêza sêyemîn de ye.
Swêd, Îzrayêl, Holandîya, Norvêg, Lyûksêmbûrg, Swîsr û Aûstralîya di rêzên pêş de yên herî bextewar de cîh girtin.
Li cîyê duyemîn de hin guhertin hatin dîtin. Welatên Avropa Rojhilatê, bi taybetî jî Komara Çêxîyayê, Lîtva û Slovênîya, kêfxweşîya xwe zêde kirin, di heman demê de Dewletên Amêrîkayêye û Almanya di rêzên 23 a û 24 a de winda bûn.
Gurcistan di sala 2024 a de yek ji welatên cîranê Ermenîstanê ye. Di nav welatên herî bextewar yên cîhanê de di rêza 91 emîn de ye, Tirkîya di rêza 98 a de, Îran di rêza 100 emîn de û Adirbêcan jî di rêza 101 emîn de ye.
Rûsya di rêza 72 a Ûkraîna di rêza 105 de ye. Afganîstan di rêza dawîn ya 143 a de ye û berîya wê Libnan e.







