Pisporê rûs êrîşa Adirbêcanêye bi sirê, ya li dijî stansîya Ermenîstanêye atomî axmaxî dibîne

Stansîya Ermenîstanêye atomî bi hemû pîvanên ewlekarîya nûjen di hişê xwe de hate nûjen kirin, ji ber vê yekê bê guman axmaxîye.Pisporê rûsî yê enerjîyê Borîs Marsînkêvîç roja 22 ê adarê di gotûbêja bi nûçegihanê News.amê re, li ser daxuyanîya rêxistinên sîvîl yên nenas yên Adirbêcanê ku dibêjin stansîya atomî ya Ermenîstanê ji bo Adirbêcanê, Tirkîyayê, Ermenîstanê û tevahîya herêmê xeterîyeke cidî çêdike.
“Rosatom kontrol dike, rêgûlatorên Ermenîstanê kontrol dikin, pisporên MAGATÊ kontrol dikin, paşê kesek bi sedan kîlomêtra dûr rûniştîye radigihîne ku pirsgirêk heye. Ji bo ku mirov bêje ku di stansîya atomî de tiştek xeternak heye, divê bi kêmanî tiştek li ser vê yekê zanibe”,- pispor destnîşan kir.
Ewî gotîye ku heger pêwîst be, Ermenîstan dikare careke din li ser asta MAGATÊ vekolînekê bike.







