H’emû nûçeSereke

Mafê paşdaçûyîna ermenîyên Qerebaxê roja îroyîn tê teribandinê: Olîvyê Dikotînî

Derheqa pêpeskirina mafên ermenîyên Qerebaxêda, baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvyê Dikotînî mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.

“Rîya ku diçe Stêpanakêrtê, niha girtîye. Sed hezar ermenîyên Qerebaxê, piştî ji alîyê Adirbêcanêda dorpêçbûna neh meha û êrîşa hovane, mecbûr bûne malên xwe bihêlin û derkevin. Mafê wan, yê ku ji alîyê mehkema navneteweyîda hatîye naskirinê, yê paşdaçûyîna wan, roja îroyîn tê pêpeskirinê”,- baylozê Fransîyayê nivîsîye û wêneyên rêyên berbi Martakêrtê, Stêpanakêrtê, Dirinbonê, Karvaçarê û Sotkê belav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button