Wextê hevdîtinên li Bûrsayê, serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan derheqa tehsîra hêzên navneteweyî, yên dijî gavên Tirkîyayê, xeberdaye.
Li gorî ragîhandina têlêvîzîyona tirkîye TRT ê, serokê Tirkîyayê gotîye,wekî li Sûrîyayê, Lîbîyayê û Qerebaxê tehsîra hêzên navneteweyî dijî gavên wan hebûye.Ewî gotîye wekî Tirkîyayê bi hêzên xwe û bi şerkarîyê karibûye li van herêma bighîje açixîyê.
Bi vî cûreyî Êrdogan xwe mikur hatîye,wekî endama NATO ê Tirkîya beşdarî agrêsîya dijî Qerebaxê bûye.