SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî fermana terxankirina pereyên pêwîst bo projeya masterplana Helebceyê da

Wezîrê şaredarî û geştûgûzarî Sasan Ewinî  28 ê adarê ragîhand, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermana terxankirina pereyên pêwîst ji bo masterplana Helebce da.

Li gor wezîrê şaredarî û geştûgûzarîyê, cî bi cîkirina masterplana Helebceyê dê bibe sedema vejandin û geşepêdana Helebceyê di hemû alîyan de û dê bibe bingeha jêrxana bajêr. Ev proje, projeyek berfireh e û hemû beşên girîng yên bajêr di nava xwe de dihewîne û di pêşerojê de Helebce dê qonaxeke nû û pêşketî bibîne.

Sasan Ewinî got jî: “Di projeya masterplanê de, rêgezên berfirehkirina bajar, destnîşankirina navçeya pîşesazîyê, niştecîbûnê, çandinî, geştîyarî, bazirganî, xizmetgûzariyên giştî tên dîyarkirin, bi çavgirtina faktorên jîngeh, dêmografîk, civakî, aborî, tenduristî û perwerdehîyê. Her wiha wê pêgeha Helebce ya dîrokî û rol û bandora vî bajarî jî li ber çavan bê girtin”.

Piştî biryara terxankirina pereyan ji alîyê serokwezîr ve, wek ku wezîrê şaredarî û geştûgûzarîyê gotîye, “karên projeyê dê bikevin qonaxeke pêşketî û proseya kar dê bileztir bibe û bikeve merîyetê”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 22 ê sibata 2024 a serdana Helebceyê kir û piştî serdana monûmênta Helebceyê danîna tacegulê, di merasîmekê kevirê bingehîn yê rêya Helebce-Tûwaqût-Qilîce û pira Tûwaqûtê li parêzgeha Helebce danî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de jî got: “Gelê vê herêmê gelek qurbanî dane û gelek êş û azar kişandine. Helebce bûye sembola qurbanîdana gelê kurd, lê mixabin wek pêwîst xizmeta Helebce nehatîye kirin. Di vî warî de divê berpirsên vê herêmê û em hemû xwe deyndarê xelqê Helebce û malbatên hemû şehîd û enfalkirîyên Kurdistanê bizanin ku divîyabû bi awayekî hêjatir xizmeta xelkê vê herêmê bihatana kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button