SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî li ser DAÎŞ ê û êrîşên Tirkiyeyê axivî

Mezlûm Ebdî destnîşan kir metirsîya DAÎŞ ê hîn jî berdewam dike û Tirkîya êrîşên xwe yên li rojavayê Kurdistanê didomîne.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi vîdoyekê bal kişand ser metirsîya DAÎŞ ê û êrîşên Tirkîyayê û got:

“Êrîşên dewleta tirk ya dagirker yên li herêmê û dagirkirina herêmên Sûrîyayê berdewam dikin.

Dewleta tirk ya dagirker binesazîya herêmê û sazîyên ku xizmeta gel dikin, topbaran dike da ku nehêle rêveberîya herêmê xebatên xwe bidomîne”.

Li hêla din, Mezlûm Ebdî dîyar kir ku hökumeta Sûrîyayê jî hewl dide ewlehîya li herêmê têk bibe û di navbera pêkhateyan de fitneyê derxe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button