Çêmpîyonata giranîbilindkirinê ya cîhanê sala 2027 a wê li Ermenîstanê bê lidarxistin.
Li gorî ragîhandina “Armênpress”ê, fêdêrasîyona navdewletî biryar da ku mafê lidarxistina çêmpîyonata cîhanê ya sala 2027 a bide Ermenîstanê. Serlêdana Ermenîstanê ji fêdêrasîyona navneteweyî re ji alîyê serokwezaretîya Ermenîstanê Arayîk Harûtyûnyan ve hat kirin. Ev yekemîn çêmpîyonata cîhanê ye ku ji werzîşeke olîmpîyadê li Ermenistanê tê lidarxistin.
Çêmpîyonata Avropayêye giranîbilindkirinê ya ku sala 2023 a de li Yêrêvanê hat lidarxistin, sportsmênên ermenî bi tevayî 36 mêdal dest xistin, ji wana 12 mêdalên zêrin, 11 zîv û 13 mêdalên tûncin.Fêdêrasîyona Avropayê ji bo organîzekirina here baş ya çêmpîyonata Avropayê xelatên bîranînan dan alîyê Ermenîstanê.