Ji bo Ermenîstanê sê bûyerên girîng bandorê li têkilîyên ermenîya-rûsa dihêlin

Di warê sîyaseta derve û ewlekarîyê de, di mehên pêş de di derbarê Ermenîstanê de sê bûyerên taybetî hene ku bandorê li ser têkilîyên ermenîya-rûsa yên ji xwe aloz kirine.
Di rojên dawî de, nirxandinên Moskva fermî careke din hişk bûne, di heman demê de rayedarên Ermenîstanê di wê bawerîyê de ne ku tedbîrên plansazkirî dê ji bo Ermenîstanê nevegerin û girîngîyeke bingehîn bin.
Sê bûyerên ku ji bo Ermenîstanê girîng têne dîtin, rastî bandorê li têkilîyên ermenîya-rûsa dibin û rewşê girantir dikin.
Civîna Ermenîstan-Amêrîka-Yekîtîya Avropayê ya ku tê plankirin di 5 ê nîsanê de pêk bê, li Rûsîyayê dibe sedema fikaran. Û di nîvê meha nîsanê de, Ermenîstan dê cara yekem beşdarî civîna serokên parlamanên welatên Yekîtîya Avropayê ku li Îspanyayê bê lidarxistin, bibe.
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan evê vexwendinê nedîtî dibîne. “Ermenîstan cara yekem e hatîye vexwendin û heger ez ne şaş bim, niha li tu welatekî din yê piştî Sovyêtê vexwendnameyeke wiha tune. Helwesta di warê xebata hevpar de di asteke pir bilind de ye”.
Di havînê de bûyereke sêyemîn tê payîn. Serokê dayîmî ya kar û barên parastin û ewlehîyê ya miclîsa neteweyî Andranîk Koçaryan derheqa wededa zelal nabêje.
“Havînê li balafirgeha “Zvartnots” ê li şûna cerdevanên sînor yên rûsî biguherînin. Birêz Lavrov li kîderê tiştên xeternak dibîne, ez fêm nakim. Em ê derîyê xwe yê hewayî bi xwe kontrol bikin û ev ji bo me pir girîng e. Di dawîyê de, ji bo me ji bo birêvebirina daneyan jî derfeteke mezin e û dê baş be ku li ser bingeha zordarîya serwêrîya me, rêveberîya van daneyan tenê di destê rayedarên Ermenîstpanê de be. Divê dewletên din nebin xwedî wê derfetê û dibe ku xem ev be”.
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, têkildarî bûyerên bi Ermenîstanê re, rojên borî nirxandinên Moskvayê yên fermî eşkere kir û dîyar kir ku polîtîkaya ku rayedarên Ermenîstanê dimeşînin ne di berjewendîya ermenîyan de ye û têkilîyên Ermenîstanê-Rûsyayê geşbînîyê natewîne.
Li gorî balyozê Rûsyayê yê li Ermenîstanê Sergêy Kopîrkîn, wezîrê Rûsyayêyî karên der zane ku ew çi xeber dide.
Balyoz li ser weşana “24 News” ê amaje bi mijara dijberyeke berfireh bi rêya Ermenîstanê kir.
Li gorî dîplomatê rûs, nûnerên Amêrîkayê venaşêrin û radigihînin ku ew pêwendîyên li gel Ermenîstanê di çarçoveya rû bi rûbûna Rûsyayê û Îranê de dinirxînin. Ew vê yekê wekî tiştê herî xeternak dibîne ku dikare bandorê li têkilîyên ermenîya-rûsa bike.
Rûsîya di vê qonaxê de di tawankarîyên xwe de pêştir diçe û şanda çavdêrên sîvîl yên Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê bi sîxurîya li dijî Adirbêcanê, Îranê û Rûsyayê tawanbar dike. Andranîk Koçaryan van sûcdaran bêbingeh dibîne.
“Di cîhana nûjen de, di rewşa pêşkeftina têknîkî ya weha de, bi potênsîyala mijara mirovî ve dibe ku sîxurî bê kirin, ev tê kirin, lê cîh heye, ji bo sîxurîyê îmkanên têknîkî yên pir pêşketîtir hene. Ev ne li ser sîxurîyê ye. Bingeh bikaranîna mêxanîzmayên ji bo mîsogerkirina aramîya gengaz e. Niha, çima mîsyona çavdêrîya avropî hîn jî dixebite û ew bi rewşek aram ya li Qafqasyayê re eleqedar in? Heger rewşa aram negîhje hêzên din, ev tê wê wateyê ku hin dewlet hene ku ji rewşa aram ya Qafqasyayê bandor nabin. Ev tê wê wateyê ku ji bo çareserkirina hin pirsgirêkên gêopolîtîkî bêîstîqirarî pir pêwîst e”.
Sîyasîzan Davît Stêpanyan di vê derbarê de dide zanîn: “Rûsya ji destpêkê ve dest bi naskirina berjewendîyên xwe bi tirkan re, bi hevgirtina tirk û Adirbêcanê re kirîye. Ji ber vê yekê rêyek dimîne, her tişt pir zelal e: cîhêrengbûn di hemî rêgezên gengaz de. Ma em wisa dikin? Ez bi îhtîşeyên pir cidî nêzîkî vê pirsê dibim”.
Lê nêzîkatîya Adirbêcanê wiha ye, divê aştî ji alîyê Bakûyê û Yêrêvanê ve bê avakirin, ji ber ku herêm ya wan e. Li gorî Hecîyêv aştî ne li Waşîngtonêye, ne li Bryûsêlêye û ne jî li Parîzê ye. Di lîsteyê de, berpirsê Moskvayê hişt û anî ziman ku tevî pêşketinan jî hin geşedanên sîyasî hene ku bandoreke neyînî li ser rojeva hevkarî û aştîyê ya herêmî dike.







