H’emû nûçeSereke
Me di têkilîyên xwe yên bi Rûsîyayê re xelet şaş nekirine: Nîkol Paşînyan

Me di têkilîya xwe ya bi Rûsîyayê re tu tiştekî xelet nekirîye, hevkarên me nikarin cihekî nîşan bidin û bêjin ku we li vir erkên filan hebûn û neanîn cîh. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di vîdeoyeke ku li ser rûpela xwe ya facebookê de hatîye weşandin, di hevdîtina bi endamên partîyayê re gotîye.
“Em dikarin nîşan bidin û em nîşan didin, em pirsên lêgîtîm bilind dikin û em li wê bendê ne ku ji van pirsên rewa re bersiveke bingehîn bê dayîn.Ji ber ku ev bersiv nehatîye dayîn, çi bê gotin jî wê pirsgirêkê çareser nebe”,-ewî gotîye.







