Adirbêcan hemû tiştî dike ku pêvajoya aşîtîyê bide teribandinê: Armên Xaçatryan

Adirbêcan hemû tiştî dike ku pêvajoya aşîtîyê bide teribandinê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Armên Xaçatryan gotîye rojnamevana.
“Tu kesî negotîye ku Adirbêcan aşîtîhize û elametîyên Adirbêcanê hîmlî yên feşin. Feqet Ermenîstanê bi rîya aşîtîyê here û wê aşîtîyê bide borcdarkirinê. Adirbêcan gerekê berbi çêkirinê here, gerekê Adirbêcanê mecbûrkin ku ew paşda vegere deşta çêkirinê û wê yekêra hesab rûnê, wekî Ermenîstan welatê serbixwe û dêmokratîke, gerekê qedirê serbixwetîya me bigre û em pêşda herin”,- parlamêntvan gotîye.
Bi gotina wî, Adirbêcan roja îroyîn ji tabîya qewatê xeber dide û wê mecalê dide xebatê, wekî balansa qewata hatîye teribandirnê. “Feqet em îro nava artêşa xweda werguhastina mîyaser dikin, yên ku nayêne kifşê, lê piştî hinek wede artêşa me wê ya usabe, ya ku wê bikaribe serbixwetîya welatê me û yekîtîya axa wê bide çareserkirinê. Pirs usa hatîye danînê û emê bighîjine wê yekê”,-Armên Xaçatryan gotîye.







