SerekeSîyasî

Serok Barzanî: biryarên dadgeha fêdêral syasî ne

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li nûnera taybet ya Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrtê kir.

Baregeha Barzanî li ser civîna serok Mesûd Barzanî û nûnera taybet ya Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Janîn Hanîs Plasşertê daxuyanîyek belav kir.

Li gorî daxuyanîyê, di civînê de, rewşa sîyasî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamêntoya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Janîn Hanîs Plasşêrt ji bilî amajepêdana rola serok Barzanî û PDK ê ya di proseya sîyasî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê de, amaje bi wê kir kir ku haya wê jê heye ku ev du salin PDK amade ye hilbijartinan di dema xwe de bên kirin û niha jî têdigihîn nîgeranîyên PDK ê yên derbarê hilbijartinan de.

Herwiha Plasşêrtê  tekezî li ser pêwîstîya beşdarîya PDK ê ya di hilbijartinan de kir û got ku pêkanîna hilbijartinan bêyî PDK ê, pêvajoyek zehmet e.

“Dadgeha fêdêral rêz li statûya Herêma Kurdistanê nagire”.

Ji alîyê xwe ve serok Barzanî sedemên helwesta PDK ê rave kir û got ku biryarên dadgeha fêdêral sîyasî ne û rêzê li statûya Herêma Kurdistanê nagire.

Herwiha serok Barzanî got: “Bêparkirina nûnertîya pêkhateyan dê ziyaneke mezin bigihîne bihevrejîyana ku bi dehan salan e gelê Kurdistanê ji bo têdikoşe.

Divê rêz li mafên pêkhateyan bê girtin ji ber ku ew neteweyên cuda ne û divê li Kurdistanê hest bi hebûna xwe bikin.

Parlamentoyeke bê neteweyên din, dê parlamentoyeke kulek û netemam be”.

Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstîya birêveçûna helbijartinê kir lê hilbijartineke ku îradeya gelê Kurdistanê nîşan bide, azad û şefaf û dûr ji destêwêrdanên derve û dîzayna pêşwext ya encaman be.

“PDK li gel rewatîya yasayî ye”

Serok Barzanî amaje bi wê kir, PDK li Herêma Kurdistanê damezrênera rewatî û hilbijartinê bû û bi xwe jî di sala 1991 ê li Koyê got ku divê em ji rewatîya şoreşgerî derbazî rewatîya yasayî bibin.

Serok Barzanî bal kişande ser rewşa Îraqê jî û tekezî li ser wê yekê kir ku rêkeftin li Îraqê tê binpêkirin, ji bo pêkanîna hukumeta nû ya Îraqê rêkeftina wan bi alîyên sîyasî re li ser pêkanîna hevpeymanîya birêvebirina dewletê hebû lê niha tu xalek ji wê rêkeftinê cibicî nebûne.

Serok Barzanê dîyar kir ku Bexda bi awayekî nedestûrî di jîyana gelê Kurdistanê de destêwerdan kirîye û mûçeyên wan wekî çek ji bo têkdana aramîya Herêma Kurdistanê û bêzarkirina gelê Kurdistanê bikar tîne.

Serok Barzanî da zanîn ku divê hilbijartineke paqij û şefaf ku pirsgirêkên wê yên têknîkî bên çareserkirin û bi çavdêrîya civaka navdewletî bê pêk anîn.

“Nabe tu cudahî di navbera Herêma Kurdistanê û herêmên din yê Îraqê de hebe”.

Herwiha Janîn Plasşêrtê jî ji serok Barzanî re ragîhand, di raporta xwe ya ji bo encûmena ewlehîya navneteweyî de behsa mijara mûçeyê jî kirîye û nabe tu cudahî di navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din yên Îraqê de hebe.

Herwiha Plasşêrtê dîyar kir ew di wê hewlê de be ku pirsa mûçeyê û mafên darayî yên gelê Kurdistanê bi hukumeta Îraqê re behs bike.

Plasşêrtê pêşnîyar kir ku ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê divê tîmeke Neteweyên Yekbûyî hevkar be ji bo çareserkirina pirsgirêkên têknîkî yên ku têbînîyên PDK ê li ser hene.

Di civînê de, her du alîyan tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo parastina proseya dêmokratîk û aramîya Herêma Kurdistanê, divê pirsgirêkên li pêşîya hilbijartinan bên çareserkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button