SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Mihemed Şîya Sûdanî re civîya    

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanîra civîya.

Li gor daxuyanîya hukumeta Herêma Kurdistanê, di civînê de nêrînên hevbeş li ser hemû mijarên niştimanî û cî bi cîkirina karnemaya hukumeta fêdêral ya Îraqê di hemû waran de hatin gotûbêjkirin.

Di vê derbarê de herdu alî tekez li ser pabendbûna hukumeta fêdêralî ya pêşkêşkirina xizmetgozarîyan û cî bi cîkirina daxwazên welatîyan li tevahîya Îraqê û di nava wan de jî li Herêma Kurdistanê kirin.

Her wiha herdu alî li ser pêwîstîya piştevanîya sazîyên fêdêral û hukumeta Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.

Di civînê de tekezî li ser piştevanîya hemû hêz û alîyên sîyasî yên Îraqê di pêngavên çaksazîyê yên hukumeta fêdêralî de hate kirin, ji bo pêşdabirina geşepêdana temam li welat û derbazkirina pirsgirêk û astengîyên di warê îdarî û cî bi cîkirina de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button