H’emû nûçeSereke
Ji bo ewlekarîya xwe, divê em li ser xeta lêgîtîmîya xwe bisekinin: Paşînyan

Ji bo ewlekarîya me, divê em li ser xetên xwe yên lêgîtîmîyê bisekinin û xeta me ya lêgîtîmîyê sînorê me, yê navneteweyî ye ku hatîye naskirin.Derheqa we yekêda ew vîdyoya ku li ser kanala Telegramê ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hatîye weşandin, tê gotin.
“Dema em dibêjin ewlekarî, pêşîyê em dibêjin artêş. Divê em di dawîyê de bêjin artêş, ji ber ku dema artêş kete nava kar, ev tê wateya dawî, îdî her tişt qedîya ye, kar jî ya artêşê ye.
Em dibêjin ku ji bo dabînkirina ewlehîya xwe, divê em li ser xetên lêgîtîmîya xwe bisekinin û xeta me ya lêgîtîmîyê sînorê me yê navneteweyî ye ku tê naskirin, da ku derfeta tu kesî tunebe ku êrîşa li dijî me rewa bike”.







