H’emû nûçeSereke

Li gor peymanên berê Yêrêvan û Bekû yekparçetîya axa hev nas dikin: Paşînyan

Serokwezîr pêşwazîya endamên komîteya kar û barên sîyasî û ewlekaîiyê ya konseya Yekîtîya Avropayê ya bi serokatîya Dêlfîn Pronkî qebûl kirîye.

Ji ofîsa serokwezîr ji News.am ê re ragihand ku serokwezîr pêşwazîya serdana şandê ya Ermenîstanê kir û tekezî li ser geşepêdana berdewam ya hevkarîyên Ermenîstanê û Yekîtîya  Avropayê kir û di wê çarçoveyê de tekezî li ser rastîya civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayêye  5 ê nîsanê Bryûsêlê kir. Nîkol Paşînyan bal kişand ser girîngîya alîkarîya Yekîtîya Avropayê ji bo pêkanîna bi bandor ya rêformên dêmokratîk li welatê me û destnîşan kir ku geşepêdana berdewam ya dêmokrasîyê ji bo hukumeta ramyarîyî girîngîyeke stratêjîk e.

Di hevdîtinê de mijarên girêdayî geşedanên li herêmê, pêvajoya aştîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê hatin nirxandin. Serokwezîr Paşînyan destnîşan kir ku di sala 2022  a  6 ê cotmehê  li Prahayê, sala 2023 a 14 ê gulanê û 15 ê tîrmehê li Bryûsêlê, sala 2023 a girîngiya pêkanîna peymanên ku di encama hevdîtinên di 5 ê cotmehê de li Granadayê pêk hatin. Li gora wê di sala 1991 ê de Komara Ermenistanê û Komara Adirbêcanê li ser bingeha danezana Alma-Atayê, ew bi hev re yekparebûna axa hev nas dikin.

Civînê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên însanî yên kesên ku ji  Qerebaxa Çîya hatine koçberkirin. Piştgirîya domdar ya civaka navneteweyî ji bo derbazkirina pirsgirêkên civakî-aborî yên mirovên ji cîhûwarkirî hatin balkişandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button