Rûbên Vardanyan ji bo Xelata Nobêlê ya aştîyê ya sala 2024 a hat berbijêrkirin

Wezîrê Arsaxêyî dewletêyî berê, hevakarê înîsîyatîva însanî ya “Avrora” ê Rûbên Vardanyan ji bo Xelata Nobêlê ya aştîyê ya sala 2024 a hat berbijêrkirin ji ofîsa Rûbên Vardanyan elamî “Radîyolûr” ê kirine.
Namzedîya wî ji alîyê çend kesên xwedî avtorîtar ve hat destnîşankirin, ku di nav wan de xwedîyê Xelata Nobêlê ya aştîyê jî heye.
“Rûbên Vardanyan ev xelata bilind ji alîyê kesên rayedar ve ji bo efirandin û piştgirîkirina weke 50 dezgehên perwerdeyî, xêrxwazî, zanistî û însanî yên nû û nedîtî ne tenê li Ermenîstanê, lê her weha li çend welatan hatîye raberkirin”,-ji ofîsê ragîhandine.
Namzedkaran behsa çalakîyên wî yên li Arsaxa dorpêçkirî kirin, ku Rûbên Vardanyan gelek hewl da ku ne tenê hewcedarîyên mirovahî yên giran sivik bike, lê di heman demê de ji bo efirandina derfetan ji bo baştirkirina rewşa jîyanê ya mirov û zarokên di rewşên dijwar de.
“Rastiya ku xêrxwazîya Rûbên Vardanyan ne tenê asta neteweyî, navneteweyî jî digire nav xwe û xwedî bandor û girîngîya gerdûnî ye, hêja hate dîtin. Yek ji projeyên wî yên sereke yên nivîskar, înîsîyatîva mirovahî “Avrora”, armanc dike ku bibe alîkar û bigihîje hemî kesên ku jîyana xwe dixin xeterê da ku li hemî deverên cîhanê, li hemî parzemînan, qencîyê bikin. Di nameya kesên bi rûmet yên ku ji bo Vardanyan hatine namzedkirin de jî girîng tê dîtin ku ew ne tenê ji gelê xwe, ola xwe re, ji mîrata kesên din re jî rêzdar bû. Weke mînakeke zelal ya vê yekê jî mizgefta Îranê ya Şûşîyê ya ku bi pêşengîya Rûbên Vardanyan hatîye nûjenkirin tê binavkirin”.
Hatîye kifşê ku Rûbên Vardanyan bi hevkarên xwe re li Ermenîstanê, Arsaxê û Ermenîstanê bi tevahî 700 proje pêk anîne, di warê xêrxwazî, perwerdehî, parastina mîrateyên dîrokî û çandî, geşepêdana geştyarî û binesazîyê û gelek warên din de veberhênan kirine.
Vardanyan 27 ê îlona sala 2023 a li nêzîkî sînorê Ermenîstanê, li ser xala kontrolê ya pira Hekarê, ji alîyê Adirbêcanê ve bi awayekî neqanûnî hat binçavkirin û heta niha jî li Bakûyê di zindanê de ye. Heta 14 sal cezayê girtinê jê re tê xwestin.







