H’emû nûçeSereke

Pêskov bersiva elametîya serokwezîrê Ermenîstanê, ya derheqa pêwandîyên ermenîya-rûsa, daye

Moskva hêvîdare, wekî pirsgirêkên di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda wê bi rîya dîyalogê bêne helkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ajansa TASS ê elam kirîye û xeberên berdevkê serokê Rûsîyayê, Dmîtrî Pêskov raber kirîye.

“Em hêvîdarin,wekî mecala rêbera wê hebe vî hemû tiştî li ser dereca bilind gotûbêj bikin.Xêncî wê yekê, dîyalog nava dereca xebatêda dibin.Em difikirin,wekî hemû alîyên dijwar, yên pêwandîyên dualî, kîjan van axirîya pêşda hatine, wê nava çarçoveya dîyalogêda helkirina xwe bibînin”,- Pêskov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button