H’emû nûçeSereke

Tehran ewlehkarîya cînara çawa ya xwe hesab dike: baylozê Îranê

Êrîşên me  yên rast bûn û em gihîştine armanca xwe.Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransê, baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî derbarê bersiva Îranêda xeberdaye, ya ku Îranê daye Îsrayêlê.Bayloz daye dîyarkirinê,wekî bona Îranê rêyeke başqe tunebû, xêncî parastina berjewandîyên xwe.Mehdî Sobhanî carkeke mayîn daye dîyarkirinê,wekî xetên Îranêye sor nehatine guhartinê, Îran dijî guhartina sînorên herêmêye, yên ku bi navneteweyî hatine naskirinê.Tehran ewlehkarîya cînara çawa ya xwe hesab dike,- dîplomatê îranî gotîye.

Em dijî sertbûna halê li herêmêne, ew yek zîyanê dide herêmê û em usa jî bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê dikin ku xwezeftkirinê û rihetîyê bidine kifşê, dîyaloga aşîtîyê berdewam bikin,-baylozê Îranê gotîye û derheqa halê sertî li ser sînorê ermenîya-azêrîya daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button