SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan ji me hemûyan mezintir e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li forûma Silêmanîyê gelek peyamên girîng dan.

Forûma Silêmanîyê li zanîngeha amêrîkî ya Silêmanîyê tê lidarxistin.

Di çarçoveya forûma Silêmanîyê de dê bi taybetî li ser “Alozîyên li Rojhilata Navîn” bê sekinîn.

“Kurdistan ji me hemûyan mezintir e”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja yekem ya forûmê axaftinek kir û peyema “Kurdistan ji me hemûyan mezintir e” da.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser alozîyên li Rojhilata Navîn û got:

“Şer û pevçûyîn û alozîyan Rojhilata Navîn daye ber xwe. Metirsî heye ku alozî berbelavtir bibin, ji bo ev yek nebe pêdivî bi dîyalogê heye.”

“Geşbînîya min ji berxwedêrîya gelê Kurdistanê tê”.

Barzanî diyar kir ku “Herêma Kurdistanê di rewşeke aloz de ye” û got:

“Ez geşbîn im û ev geşbînîya min ji berxwedêrîya gelê Kurdistanê tê. Divê em hemû tiştekî biparêzin û li dorê bicivin, ew jî niştîman e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button