Navenda Ragihandinê ya HSD ê belav kir, tîmên operasyona taybet a HSD ê û bi beşdariya yekîneyên parastina jin û hêzên ewlekariya hundirîn, 20 ê nîsanê operasiyoneke ewlekariyê ya berfireh li derdora bajarê Hesekê pêk anîn.
Dîyar kir jî, di operasyonê de 38 bergumanên şaneyên terorîst yên DAIŞ ê hatin girtin. Herwiha hejmarek çek û cebilxane hatine desteserkirin.
HSD ê bi piştevaniya hevpeymanîya navdewletî ji adara sala 2019 a ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê dawî devera di destê DAIŞ ê de li Sûrîyayê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞ ê yên razayî kirîye.
Li gorî raporên mêdyayî jî, ji destpêka îsal ve, HSD ê bi piştevaniya hevpeymanîya navdewletî 14 opêrasîyon pêk anîne û tê de, hejmarek ji çekdarên DAIŞ ê girtine.