H’emû nûçeSereke

Nûçeya girava birçîbûnê ya Rûbên Vardanyan di çapemenîya navneteweyî de cîh girt

Çapemenîya navneteweyî bi awayekî berfireh cîh da çalakîya girava birçîbûnê ya Rûbên Vardanyan ku bi mehan e li girtîgeha Bakûyê bi awayekî derqanûnî tê ragirtin. Mijar ji hêla gelek rojnameyên navdar yên navneteweyî ve hate girtin, di nav de: Reuters, BBC, Agence France Presse, AP, Washington Post, The Indepandet, ABC News. Bi giranî danezana malbatê ya ku Vardanyan di 5 ê nîsanê de dest bi girava birçîbûnê kirîye, di 18 ê nîsanê de jî malbatê pê agahdar bûye. Tê gotin ku Rûbên Vardayan bi wê pêngavê daxwaza serbestberdana xwe û hemû girtîyên ermenî yên bi awayekî neqanûnî li zîndana Bakûyê dike û “li gor pîvanên hiqûqî yên navneteweyî di wextê xwe de, dadmendî û şefaf” e.

Çapemenîya navneteweyî balê dikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan û radigihîne ku piştî destpêkirina girava birçîbûnê, bi binpêkirina eşkere hemû pîvanên hiqûqa navneteweyî re, têlêfonên wî yên bi malbata wî re qut bûne.

Fîgaro û RBK ê bi kurê Vardanyan yê mezin Davît Vardanyan re hevpeyvînek weşandin. Herî dawî got ku malbat derbarê rewşa tenduristîya wî de ti agahî nîne.

Davît Vardanyan di axaftina xwe ya bi RBK  re got ku derfeta malbatê nîne ku der barê rewşa tenduristîya Rûbên Vardanyan ya rastî de agahîyên pêbawer bi dest bixe. “Em ji tenduristîya wî, rewşa wî ditirsin. Bi dîtina min ne tesadûf e ku ji wê demê heta niha firset nedane wî ku careke din têlêfon bike””,-Davît Vardanyan gotîye.

Davît Vardanyan bersiva pirsa Figaro  da ku gelo piştî girtina bavê xwe, wî ji rayedarên Bakûyê destûr xwestîye ku biçin serdana wî. “Ne mimkûn e ku ermenî herine Bakûyê. Em hêvîdar in ku nûnerên hukumetên avropî, ji Fransîyayê dest pê bikin, ji bo nirxandina şert û mercên girtina wî û rewşa tenduristîya kesayetîyên din yên girtî yên Arsaxê binirxînin. Divê di zûtirîn dem de bê kirin. Hela hê  dereng nîne”.

Wezîrê Dewletê yê berê yê Qerebaxê Rûbên Vardanyan di 27 ê îlonê de dema ji Arsaxê derbazî Ermenîstanê bû ji alîyê hêzên taybet yên Adirbêcanê ve hatibû girtin. Piştre 4 mehan hat binçavkirin û di meha çile de jî 4 mehên din hat dirêjkirin. Adirbêcanê li dijî Vardanyan sûcdarkirinên derewîn kirin, di îlona sala 2022 a de derbazbûna bi qaçaxî ji sînorê Adirbêcanê, fînansekirina têrorê, avakirina komên çekdar yên neqanûnî û beşdarbûna çalakîyên wan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button