SerekeSîyasî

Serok Barzanî pêşwazîya mîrê êzidîyan û civata Rohanî ya êzîdîyan dike

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazîya Mîrê êzîdîyan Mîr Hazim Beg û civata ruhanî ya êzîdîyan kir.

Şanda mêvan di wê hevdîtinê de spasîya serok Barzanî kir ku herdem piştevanê êzîdîyan bûye û dilgermê tenahî û yekrêzî û tebahîya navbera êzîdîyan bûye.

Şanda mêvan herwesa daxwaz ji serok Barzanî kir ku li ser piştevanîkirina wan berdewam be û rêyê li her bizavekê bigire ku êzîdîyan ji hev veqetîne.

Serok Barzanî jî ji alîyê xwe ve tekez li ser wê yekê kir ku êzîdî pareke ezîz ya gelê Kurdistanê ne, herwesa daxwaz jî kir ku êzîdî erf û edetên xwe biparêzin û rêyê nedin ku dengên xerîb û derdoran bandorê li ser civaka wan bikin û warê bab û bapîrên xwe bihêlin.

Serok Barzanî amaje da bizava hin alîyan ji bo dîyarkirina mîrê êzîdîyan li Bexdayê û dettêwerdanên di kar û barên êzîdîyan de, herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku ew dê bi hemî şîyanên xwe piştevanîya xwîşk û birayên êzîdî bike û rêyê nade mijarên xerîb li ser êzîdîyan bên sepandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button