H’emû nûçeSereke

Rêjeya bazirganîya derve ya Ermenîstanê her ku diçe zêde dibe

Li Ermenîstanê ji serê salê û vir ve bazirganîya derve ya Ermenîstanê her ku diçe zêde dibe. Li gor raporta “Armênprêss”ê, komîtêya statîstîka Ermenîstanê, îşaretên vê yekê eşkere kirin.

Ji raporê li ser nîşaneyên sereke yên makroaborî yên pêşîn yên ku ji hêla kurteya xebitandinê ya heyî ve ku rewşa sosîyal-aborî ya welêt destnîşan dike, derdikeve holê ku di adara îsal de  bazirganîya derve 3 mîlyard 568,2 mîlyon dolar bû. Îndêksa salekê 2,1 qat derbas bû. Li gorî meha sibatê ya îsal ev zêdebûn 7,3 selef bû. Di çaryeka ewil ya îsal da 9 mîlyarê û 169,7 mîlyon dolar bû, ev jî li gor heman heyama par 2,1 qat zêdetir e.

Hecma îxracat di meha adarê de bû mîlyarek û 845,4 mîlyon dolar û li gorî heman meha sala 2023 a 3 qat zêdetir bû. Li gorî meha sibatê ya îsal ev zêdebûn bi 13,1 selef bû. Di mehên çile-adarê de ji Ermenîstanê bi qasî 4 mîlyard 422,8 mîlyon dolarî eşîya hat îxrackirin ku li gorî heman heyama par 2,7 qat zêdetir e.

Di meha adara îsal de bi bihayê 1 mîlyard û 722,8 mîlyon dolarî eşîya hatin îthalatkirin welêt. Li gorî adara par zêdebûn  56,2 selef bû. Li gorî sibata  sala 2024 a îthalat bi 1,8 selefî zêde bû. Di mehên çile-adara îsal de qebareya eşîyayayên îthalata Ermenîstanê bû 4 mîlyard û 746,9 mîlyon dolar. Nîşaneya heman heyama par bi 75,8  selefî zêde bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button