Serokê komîsîya Avropayê wê li Ermenîstanê biqeside
Serokê komîsîya Yekîtîya Avropayê, ya pirsên Cînartîyê û berfirehkirinê, Xêrt Yan Koopman wê ji 30 ê nîsanê hetanî 4 ê gulanê bi seredan bê Ermenîstanê, here Gurcistanê û Adirbêcanê, li kîderê ewê pirsên dualî û hevkarîya herêmî gotûbêj bike.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ji ofîsa Yekîtîya Avropayê elam kirine û gotine wekî 30 ê nîsanê ewê li Ermenîstanê biqeside.
Seredana wî wê li ser bingeha hevdîtina 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê pêk bê.
Wextê seredanê, serokê komîsîya avropî wê gavên bona qewînkirina pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê, pirsên werguhastina û întêgrasîya merivên bi destê zorê ji cîh û warên wan derxistî, gotûbêj bike.Ewê rastî Nîkol Paşînyanê serokwezîr, endamên hukumatê, parlamêntvana, wekîlên bîznêsê û civaka sîvîl bê.
Bi wê yekêva tevayî Koopmanê derheqa destpêka bernama tevayî elam bike, ya ku wê bona bilindkirina ênêrgêtîkayê bê mîyaserkirinê.